130 çekdar ji milîsên “Sultan Mûrad” veqetîn û tevlî “El-Emşat” bûn û tansiyon li dergeha Xazewiyê derket

AFRINPOST-Taybet

Bi dehan ji çekdarên milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ku li taxa Efrîna Kevn bi cî bûne, beriya hefteyeke veqetîn û tevlî nava milîsên “Sultan Silêman Şah” bûn.

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku koma ji “Sultan Mûrad” veqetiyaye bi serkêşiya yê bi navê “Ebû Rehmo” bû û ji 130 çekdarî pêk tê. Ew li dorhêla dibistana “Irûbe” li taxa Efrîna Kevn bi cî bûbûn.

Girêdayî tevliheviya di navbera çekdaran de, li gundewarê Efrînê yê başûr roja Pêncşemê li ser rêbenda Xezawiyê tansiyoneke xurt di navbera milîsên “Feyleq El-Şam” û “Cebha El-Şamiyê” de derket.

Tansiyon ji ber milîsên “Cebha El-Şamiyê” rêbendeke xwe li ser dergehê danî û bac ji otomobîl û tiştên ku dikevin û derdikevin ji Efrînê kom kirin, derket.

Milîsên “Cebha El-Şamiyê” herêma ku dergeh tê de ye, ya xwe dihesbîne û nahêle ku ti milîs rêbendên xwe li herêma dergehê deynin.

Nûçegihanê Afrinpostê da zanîn ku koma yê bi navê “Nîdal Biyanûnî” çekên giran weke amadekarî ji gurkirina şer li dijî milîsên “Feyleq El-Şam” ku rêbendeke xwe li ser xaçerêya gundê Biyê li nêzîkî dergehê daniye, şandin herêma dergehê.

.

وتقوم ميليشيا “فيلق الشام” بفرض الاتاوات على البضائع والمحروقات والأفراد، حيث تقبض على كل رأس غنم 3 دولارات، وعلى كل برميل من المازوت 5 دولارات، وعلى كل كرتونة دخان 5 دولارات، أما بالنسبة لسيارات المدنيين، فتقبض 500 ليرة سورية عن كل سيارة تعبر حاجزها الجديد.

Related posts